Biryara li ser avakirina stansîya nû ya atomî dibe ku ji bo sala 2027 a bê paşxistin: wezîrê Ermenîstanêyî rêveberîya herêmî û binesazîyê

Heger bernameya dirêjkirina temenê xebitandinê ya stansîya Mêsamorêye atomî bi serkeftî biqede, Ermenîstan wê bikaribe stansîya atomî here kêm heta sala 2036 a de di pergala xwe ya ênêrjîyê de bihêle.
Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî rêveberîya herêmî û binesazîyê Davît Xûdatyan, li parlamêntê bersiva pirsa parlamêntvan Sêrgêy Bagratyan daye, ku heta kîjan salêda wê gengaz be ku stansîya Ermenîstanêye atomîye nû bi ewlehî bê xebitandin.
Li gorî Xûdatyan, nava sala 2026 a de stansîya Ermenîstanêye atomî wê ji sîstema ênêrjîyê ya Ermenistanê bê qutkirin û di qonaxa bernameya dirêjkirina temenê wê de be.
Xûdatyan gotîye: “Van roja stansîya Ermenîstanêye atomî ji sîstêma me ya ênêrjîyê hatîye qutkirin û di bernameya dirêjkirina temenê xebata xwe de ye. Em vê opêrasîyonê her sal pêk tînin, tenê her 5 sala carekê dirêjtir dibe û qutbûna ji sîstêma ênêrjîyê nêzîkî 3 mehan e”.
Wezîr destnîşan kirîye ku xebat îdî dest pê kirîye û ji nîvî zêdetir qedîyaye.
Wezîr destnîşan kirîye ku “Di rewşa ku proje bi serkeftî biqede û em ji bo bi serkeftî biqede hemû hewla xwe didin, dema xebitandina stansîya atomî wê 10 salên din bê dirêjkirin. Ango, here kêm heta sala 2036 a, stansîya atomî wê bi pergala me ya ênêrjîyê ve bê girêdan” .
Li gorî Xûdatyan, paralel bi dirêjkirina dema xebitandina stansîya atomî ya heyî re, hukumet xebatên li ser avakirina stansîya atomî ya nû didomîne.
Ewî bîr xistîye ku hukumetê helwesta xwe ya li ser modêl û celebê stansîya nû ya atomî ragîhandîye.
Xûdatyan gotîye: “Me modêl, celeb hilbijartîye.Hukumetê ragîhandîye ku em rêya avakirina stansîya atomî ya modûlar dişopînin”.
Li gorî wezîr, Ermenîstanê pêşnîyarên ji welatên cuda wergirtine û wana him ji alîyê têknîkî, him ji alîyê ewlehî û him jî ji alîyê darayî ve lêkolîn dike.
Xûdatyan tekez kirîye ku “Pêşnîyarên me ji welatên cuda hene, em van pêşnîyaran, him alîyên wan yên têknîkî, ewlehî û him jî yên darayî, lêkolîn dikin. Ev têknolojî di sêktora ênêrjîyê ya cîhanî de pir nû ye û em li vir ne bi lez in” .
Li gorî wî, di mijara avakirina stansîya atomîye nû de, pêkhateya darayî pir girîng e, ji ber ku lêçûna avakirinê dikare bandoreke girîng li ser tarîfa êlêktrîkê bike.
Wezîr gotîye:”Nirxên darayî yên pêşnîyarên ji welatên cuda-cuda ne. Em zanin ku lêçûna avakirina stansîyayên atomîye nû wê bandoreke girîng li ser tarîfê bike û ji ber vê yekê yek ji şertên sereke ji bo me ew e ku em bihayê here erzan bistînin”.







