H’emû nûçeSereke

Paşînyan ji bo roja Rûsyayê  Pûtîn pîroz kirîye

Serokwezîr Nîkol Paşînyan bi boneya roja Rûsîyayê peyama pîrozbahîyê ji serokê Fêdêrasîyona Rûsyayê Vladimir Putîn re şandîye.Peyamê de bi taybetî wiha tê gotin:

“Birêz Vladîmîr Vladîmîrovich,

Ji kerema xwe pîrozbahiyên min bi boneya cejina fermî ya Fêdêrasîyona Rûsyayê-Roja Rûsîyayê qebûl bikin. Ev cejina girîng berpirsîyarîya welatîyên Fêdêrasîyona Rûsyayê ji bo pêşeroja welatê xwe û her weha xwesteka gelê dost yê Rûsîyayê ji bo hilbijartina rîya pêşveçûna dewletê nîşan dide.

Ez piştrast im ku têkiliyên piralî yên di navbera gelên Komara Ermenîstanê û Fêdêrasîyona Rûsyayê de û her weha amadebûna hevbeş ji bo diyaloga vekirî û avakar li ser bingeha rêzgirtina ji bo serwêriya hev û berjewendîyên dewletê, wê berdewam bikin ku beşdarî qewînkirina hevkarîyê û karanîna hemû derfetên hevkariyê di navbera welatên me de bibin.

Ez ji We re, Vladîmîr Vladîmîrovîçê hêja, di xebatên te yên dewletê de xêr û serfirazîyê dixwazim û ji gelê Rûsîyayê re jî hemû tiştên baş û serfirazîyê dixwazim.

Bila em ji we re bîr bînin ku 5 roj piştî hilbijartinên Ermenîstanêye parlamêntîyê, serokê partîya Peymana sîvîl Nîkol Paşînyan ku li gorî encamên fermî yên pêşin piranîya deng wergirtîye, ji Rûsyayê hê pîrozbahî wernegirtiye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button