Sereke

HDP bang dike ku Dêmîrtaş û hemû şuxulkarên sîyasî aza berdin

Serokên HDP-ê Perwîn Bûldan û Mîthan Sadcar elametî belav kirine, girêdayî pirsa Salhedîn Dêmîrtaş va, yê ku îdî çar salin ku hebsa Tirkîyayêdane.
Roja îroyîn mehkema Avropayêye mafên mêriv qirar qebûl kirîye, girêdayî serokê HDP-yî berê Salhedîn Dêmîrtaş ra.Anegorî wê qirarê bang hatîye kirinê ku Dêmîrtaş lez aza berdin.Hatîye dîyarkirinê,wekî mafên Dêmîrtaş hatine teribandinê. Ev qirara mehkema avropî, usa jî bona hemû girtîyên sîyasîye mayîn e.Em vê yekê diwekilînin û dibêjin wekî ev qirar gerekê bê mîyaserkirinê.Hukumat nikare zêdetir li ser hîmê sîyasî xwe dûr bigre.Anegorî vê qirarê, Dêmîrtaş û girtîyên sîyasîye mayîn gerekê bên azaberdanê.Hemû kirinên mayîn wê çawa teribandinên mafê navnetewî û mafên mêriv bên hesabê”,-nava elametîyêda hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button