Sereke

Bêqezîyabûn çawa qewilê vekirina rêya ye

11-ê meha çile serokên Ermenîstanê, Adirbêcanê û Rûsîyayê elametîya tevayî belav kirin û xala elametîyêye hîmlî vekirina rêyaye. Rojnama rûsîye “Komêrsant”-ê xerîtek belav kir, ya ku vekirina rêya dide kifşê. Ev xerîte dokûmênta fermî nîne û ew nehatîye qebûlkirinê ne jî hatîye înkarkirinê. Xerîtêda sê alî hatine dîyarkirinê. Ji wana yek wê ji Yêrêvanê destpêbe û Nexçêvanêra here berbi Îranê, lê ya mayîn wê ji bajarê Tirkîyayêyî Îdirê destpêbe, here Nexçêvanê, Adirbêcanê, Rûsîyayê, lê ya sisîya Yêrêvan, Nexçêvan, Adirbêcan û Rûsîya ye. Îdî koma xebatê bi hemsedirtîya cîgirên serekwezîrên Ermenîstanê, Rûsîyayê û Adirbêcanê hatîye sazkirinê. Dawîya vê mehê koma xebatê wê hevdîtina ewlin derbazke. Hetanî yekê adarê gerekê navnîşa xebatên bona teşkîlkirina rêyên transportê, yên bona cîguhastina bara hazirbûyîbe û bê raberkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button