Sereke

Li Îraqê wextê derbên koalîsîyona navnetewîye avîyasyîon serkarekî DAÎŞ-ê hatîye kuştinê

Serkarekî koma DAÎŞ-ê li Îraqê, wextê derbên avîyasîsîyon, yên koalîsîyona navnetewî hatîye kuştinê. Derheqa wê yekêda rojnama The New York Time -ê nivîsîye. Anegorî wê behsê, Cebar Salman Elî Ferxan Al Îsaûî, yê ku usa jî bin navê Ebû Yasîrda bû, li nehîya Kirkûkê hatîye kuştinê. Neh çekdarên DAÎŞ-ê wî çaxî hatine kuştinê.Wextê wê opêrasîyonê usa jî eskerên Îraqê hazir bûne, lê derbên ji hewê teyarên Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî mîyaser kirine.Wekîlê koalîsyîonê Wêyn Marotto gotîye,wekî kuştina Al Îsaûî bona DAÎŞ-ê derbeke mezine.Hatîye dîyarkirinê, wekî Al Îsaûî dicêriband hukumê DAÎŞ-ê li Îraqê bida dasekinandinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button