Sereke

Em bangî hemû welata dikin, ku nava gotinên xweda gelekî fesal û rastbin

Van axirîya em bûne şedê êrîşa Adirbêcanêye înformasîyon, ya ku dicedîne bide kifşê, ku civaka navnetewî giva piştgirîyê dide agrêsîya tirka-azêrîyaye dijî Arsaxê û girêdayî wê yekêra wekîlên hinek teşkîletên navnetewî pîrozbahîyên xwe raber dikin. Derheqa wê yekêda wezîreta Arsaxêye karên der elametî belav kirîye. Nava elametîyêda usa jî tê gotinê: “Em pirsa rastbûna elametîya daynin alîkî, lê em hesab dikin careke mayîn bidine dîyarkirinê, wekî agrêsîya bi piştgirîya Tirkîyayê û bi tevbûna têrorîstên navnetewîye dijî Arsaxê gelek tiştên xirab pêşda anîne: bi hezara ermenîyên bêsûc û guneh hatine kuştinê û birîndarkirinê, bi seda unda bûne, niha nava dîltîyêdanin, li kîderên tên zêrandinê û nuxsankirinê, mîrasa ermenîye çandî tê tunekirinê.
Em bangî hemû welat û teşkîleta dikin, ku nava gotinên xweye derheqa dew-doza azêrîya û qerebagîyada gelekî fesal û rastbin, ji elametîya dûr bimînin, yên ku dikarin xirab hukumî li ser dew-dozê bikin. Êtîka dîplomatî gerekê nebe hîm ku elametîyên usa belavkin, yên ku ne anegorî wê yekêne”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button