Sereke

Ermenîstan dîsa çawa garanta bêqezîyabûna Arsaxê dimîne: Rûbînyan

Parlamêntvanê ji fraksîya parlamênta Ermenîstanêye “Gava min” Rûbên Rûbînyan dide bawarkirinê,wekî Ermenîstan dîsa çawa garanta bêqezîyabûna Arsaxê dimîne.
“Ermenîstan dîsa çawa garanta bêqezîyabûna Arsaxê dimîne”,-Rûbînyan gotîye.Bi xebrdana derheqa xebatên nava parlamênta Avropayêda, ewî daye dîyarkirinê,wekî dêlêgasîya Adirbêcanê xwe usa xweyî kirîye, ku tê bêjî konflîkt îdî ser hevda hatîye û hemû pirs helkirîne, tê bêjî pirsgirêka dîla tune, xebera dijminatîyê tune û niha jî gerekê tenê derheqa sazkirina mêxanîzmên aminayêda bifikirin. “Têza me ew bû, wekî tiştê usa tune, ku şedetîya wê yekê bide, ku ji alîyê Adirbêcanêda pirs yên helkirinê, yan jî sîyasîya Adirbêcanê ya çêkirinêye. “Gelek şedetî hene, wekî ew yek usa nîne. Pirsa dîla nehelkirî ye, li Adirbêcanê sîyasîya dijî ermenîya berdewam dibe û gelek tiştên başqe”,- Rûbînyan gotîye û serda zêde kirîye wekî wî alîda hukumê navnetewîyî li ser Adirbêcanê wê diha zêdebe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button