Sereke

Endamekî DAÎŞ-yî derecebilind li Mûsilê hatîye girtinê

Dehê sibatê hêzên Îraqêye bêqezîyabûnê li bajarê Mûsilê endamekî DAÎŞ-yî derecebilind girtine.Hatîye dîyarkirinê,wekî navê wî cîhadîstî Ebû Dûcan e û ji sala 2O14-da heya sala 2O17-a ewî fermandarîya DAÎŞ-ye li Mûsilê kirîye. Hatîye ragîhandinê,wekî li cîhekî mayîn jî, li bajarê Leylanê, li provînsîya Kirkûkê cesûsîya Îraqê du fermandarên DAÎŞ-ye mayîn jî girîtine. Nenihêrî wê yekê ,wekî Îraqê sala 2O17-a derheqa hincirandina DAÎŞ-da elam kir, lê ew koma têrorîstî heya niha li nehîyên cuda-cuda êrîşa dibine li ser hêzên bêqezîyabûnê û binelîyên sîvîl.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button