Sereke

Jerusalem Post: Tirkîya piştgira şerê nûye li Îraqê, Sûrîyayê û Tirkîyayê

Nava 24 sehetada partîya Tirkîyayêye Desthilatdar û piştgirên wê, karibûn xwe mikur bên wekî wana meşa xweye mirinêye li bakûrê Îraqê teribandine û nava kuştina merivada, wa gotî “têrorîst” gunehkar kirine, paşê meremê xwe guhartin û êrîş birine ser opozîsîya xwe. Partîya Êrdogan ya ku nêzîkî 2O salî ya Desthilatdare û ya ku van axirîya ketîye Sûrîyayê, Lîbîyayê û Ermenîstanê û têrorîstên HAMAS-ê qebûl kirine, niha jî dixweze ku li Îraqê, Sûrîyayê û li Tirkîyayê şerekî nû hebe. Derheqa wê yekêda Jerusalem Post-ê nivîsîye. Tirkîya elam dike ku ew dijî wa gotî “têrorîstên” PKK-ê şer dike. Sala 2O15-a agiribesta di navbera hukumatê û PKK-ê hate teribandinê û Tirkîyayê bi massayî şer li bajarên kurda destpê kir û meriv tune kirin. Bi wê yekêva tevayî hukumat dicedîne partîya HDP-ê başqeke. Hukumatê ji 65 serokbajarên ji HDP-ê hilbijartî, 6O meriv îdî girtine. Niha Tirkîyayê li Sûrîyayê êrîş destpê kirîye û opêrasîyon li bakûrê Îraqê aktîv kirîye.Sala 2O18-a Tirkîya bi neqanûnî Efrîn dagir kir û li wandera destbi paqijkirinên êtnîkî kir. Ekstrêmîstên piştgirên Tirkîyayêye li Sûrîyayê gelek cara mihacirên kurd û dîyasporayên mesîhîya dikujin û direvînin. Tirkîya dibêje, wekî ew her dem dikare êrîşke çimkî “civaka navnetewî”, nava wanda ŞAY navê têrorîst danîne ser PKK-ê. 14-ê sibatê pirêsa tirka elam kirîye, wekî PKK-ê giva li bakûrê Îraqê 13 welatîyên tirk “kuştine”. Tirkîya dibêje ku giva “13 binelîyên tirk kuştine”, lê Tirkîya li dinîyayê tê hesabê çawa hebsa mezine bona rojnamevana, çimkî pirêssa li wir roja îroyîn partîya Desthilatdarva girêdaîye. Tirkîya dicêrbîne bona şerê nû hîm sazke, çawa li hundurê dewletê, usa jî ji sînorên wê der.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button