Rojnama “Komara Ermenîstîanê”: êkspansîya leşkerî
“Îdî nêzîkî aqila bû, wekî êkspansîya Tirkîyayêye li Komara Arsaxê wê bibûya û peyîra jî wê dagirkirina êkonomîkî bûya. Ew welat li Kavkaza Başûr berê ewlin dixweze bi êkonomîkî qewînbe. Mînakên wî cûreyî li Gurcistanê tên kifşê. Nenihêrî wê yekê, wekî şerê Arsaxê teze ser hevda hatîye û hê zûye derheqa rastkirina encamên wêda xeberdin, Tirkîyayê destpê kirîye gavên praktîk li wandera biavêje, ku hazirîya xweye êkonomîkî bide qewînkirinê. Hevtîya derbazbûyî forûma Tirkîyayê û Adirbêcanêye bîznêsê hatibû teşkîlkirinê. Tirkîya hîvîya nêzîkbûna Ermenîstanê û Arsaxêye çêkirinêye. Lê pirsgirêk ewe, wekî herdu welatên tirka ji çêkirinê dûrin, berê ewlin ji propaganda leşkerî, bi xweykirina komûnîkasîyayên derdadayî, usa jî bi xweykirina dîlên leşkerîye li cem xwe. Nava vî halîda hevkarîya êkonomîkî ne nêzîkî aqilaye”.