Sereke

Ara Ayvazyan derheqa teribandina mafê navnetewîye ji alîyê Adirbêcanêda dide dîyarkirinê

Adirbêcan dijwarîya saz dike, girêdayî paşdvegerandina dîlên ermenîye leşkerî û merivên sîvîlra. Derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ara Ayvazyan gotîye. “Alîyê Adirbêcanê navnîşa dîlên ermenîye dide feşkirinê û naxweze bide kifşê, wekî li wir dîlên ermenî hene. Bekû dijî çend dîlên leşkerî, gunehkarkirinên li ber xwe derxistî raber kirine.Tabîa Adirbêcanêye wî cûreyî ne tenê dijî normên hûmanîtarîye, lê pêra jî elametîya sêalî diteribîne”,- Ara Ayvazyan gotîye.Ewî derheqa rola Rûsîyayêye nava pirsa paşdavegerandina dîlên leşkerîda daye dîyarkirinê û rola Rûsîyayê bilind qîmet kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button