Sereke

Bi modêla tirkî: li Adirbêcanê wê eskerê cûrê nû sazkin

Li Adirbêcanê wê eskerê cûrê nû bê sazkirinê. Derheqa wê yekêda kanala Adirbêcanêye Sputnik-ê ragîhandîye. Anegorî wê kanîya înformasîyon, gênêralê hêzên Tirkîyayê Osman Kandêmîr elam kirîye, wekî eskerê Adirbêcanê wê anegorî modêla eskerê Tirkîkîyayê bê sazkirinê û ew qirar piştî şerê Arsaxê hatîye qebûlkirinê.Hatîye dîyarkirinê, wekî meremê Adirbêcanêyî wî cûreyî, cara ewlin 26-ê sibatê, wextê prêss-konfêransa Îlham Elîêv, hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button