Sereke

Anegorî hesabên fermî 325O-î cangorîyên Ermenîstanê hene: Paşînyan

Nîkol Paşînyanê serekwezîr hejmara bi fermî îzbatbûyî, ya cangorîyên nava şerê Arsaxêyî 44 rojeda raber kirîye. Wextê hevdîtina tevî binelîyên qeza Aragasotinê, Paşînyan gotîye,wekî anegorî hesabên niha 325O-î cangorî hene. “Anegorî hesabên roja îroyîn 189 malbet analîz dane û hîvîya bersivêne.Belê, navnîşa merivên bêser-berate undabûyî heye, ya ku gerekê bê rastkirinê, çimkî ji wê navnîşê, nava mehên derbazbûyîda deh meriv hatine dîtinê”,-Paşînyan gotîye. Ewî daye dîyarkirinê, wekî bi texmîn, hejmara cangorîya wê ji 4OOO-a derbaztir nîbe. ” Ev jî hejmareke gelekî mezine, lê lawên me bûne cangorî bona ku roja îroyîn Arsax hebe”,-serekwezîr gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button