Sereke

Nava kitêbên tirkaye dersada diha zêde derheqa cîhadê û nêoosmanîzmêda tê gotinê

Hêna serkarîkirina serokê Tirkîyayê Receb Tayb Êrdogan nava kitêbên tirkîye dersada diha zêde derheqa femdarîyên dînîda tê dîyarkirinê. Derheqa wê yekêda Cêyma Dorsa şiroçî nivîsîye.
Koma Îsrayêlêye lêkolînîyê û îdara brîtanîye Hênrî Cêkson, nava raportêda didine dîyarkirinê, wekî nava bernama Tirkîyayêye xwendinêda fikirên dijî amêrîkîya û ermenîya tên raberkirinê, ew sîmpatîya hindava menîyên DAÎŞ-ê û Al Qaîdayê didine kifşê. Hîmlî guhdarî tê danînê li ser hînkirinên derheqa sunîyada û dewsa dersên kurdî, dersên dînî didine zaroka.”Wezîreta perwerdê hukumî li ser welatîya dike, ku li mektebên dewletêda praktîka îslamî xweykin”,- ulmdarê tirk Sonêr Çagataî dibêje.
Rexnekir vê yekê fikirdarîya Êrdoganva didine girêdanê û usa jî piştgirîya wîye hindava “Birayên musulman”-va, yên ku sala 2O13-a ji Misirê hatine derxistinê û hatine Stembolê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button