Sereke

Diqewime pêşerojêda pirsa eskerê Tûranê bibe rastî: pêşezan

Diqewime pêşerojêda pirsa eskerê Tûranê bibe rastî.Derheqa wê yekêda, wextê hevdîtina tevî rojnamevana, serokê înstîtûta rohilatzanîyê, Rûbên Safrastyanê tirkzan gotîye.
“Bi gotina wî, ew yek niha xeberdane, kîjanê Tirkîya nava dorana berjewandîyên sîyasîya der dide xebatê.
“Îdêolojîya pantûrkîzmê çawa hîmekî sîyasîya Enqerêye der bi wê yekêva xwe dide kifşê, nava wêda usa jî berfirehbûna hevkarîya leşkerîye tevî welatên tirkîaxif”,- ewî gotîye.
Safrastyan serda zêde kirîye, wekî tenê îdêolojîya pantûrkîzmê hîmê sîyasîya Tirkîyayêye der nîne, nava wêda usa jî panîzlamîzm û nêoozmanîzm heye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button