Sereke

Wekîla Şêwira Avropayêye mafên mêriv name Elîyêvra şandîye û “parka leşkerî” rexne kirîye

Wekîla Şêwira Avropayêye mafên mêriv Dûnîya Mîyatovîçê name serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêvra Şandîye û bangî wî kirîye ku bêhurmetkirinên rûyê dew-doza Qerebagêda pêşda hatîye di navbera miletada nedine kûrkirinê. Mîyatovîçê xemgînî elam kirîye, wekî li Bekûyê “parka” wî cûreyî hatîye vekirinê, li kîderê têknîka leşkerîye zeftkirî û dîmenên ku mêriv nuxsan dikin, tên nîşandayînê. Mîyatovîçê gotîye,wekî nîşandayîna wî cûreyî dikare tenê dijminatîyê bide zêdekirinê.Ewê bangî Elîyêv kirîye ku tabîya qewîn dijî dijminatîyê îzbatkin û piştgirîyê bidine binelîyên ji dew-dozê zyanêketî, di navbera wanda gavên aşîtî û lihevhatinê biavêjin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button