Sereke

Paşînyan neda eşkerekirinê, ku kîjan vaksîna dane wî

Borcbirê serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan neda eşkerekirinê, ku kîjan vaksîna dane wî. Derheqa wê yekêda Armênprêssê ragîhandîye û daye dîyarkirinê, wekî pirsa wî cûreyî Tagûhî Tovmasyana parlamêntvan daye wî.
Ezê navê wê vaksînayê nedim, kîjan dane min, lê ezê bêjim wekî cîgirekî serekwezîr vaksîna «AstraZeneca» hildaye, lê «Sputnik V»-ê wê bidine cîgirê serekwezîrî mayîn. Ez hêvîdarim, wekî ji serokatîya parlamêntê jî wê vaksîna çînî qebûlke”,-Paşînyan gotîye. Nîkol Paşînyan daye bawarkirinê, wekî hemû vaksînayên li Ermenîstanê yên başin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button