Sereke

Parlamêntvanê Fransîyayê bangî hukumatê dike, ku tabîya xweye hindava HDP-ê bidine kifşê

Parlamêntvanê ji Fransîyayê Êrîk Kokêrêl, yê ku dikeve nava teşkîla dêlêgasîya ku hatîye Enqerê bona ku dîna xwe bide wa gotî “îşê Kobanê”, gotîye: “Min gelek teribandinên mafa û usa jî prînsîpên dêmokratîk nava şuxulkarîya serokê Tirkîyayêda pêşda kişandine”. Ewî daye dîyarkirinê, wekî ev îş yê sîyasîye û piştgirîya Fransîyayêye hindava partîzanên kurde li Kobanê, yên ku beşeke yektîya dijî DAÎŞ-ne, hatîye navkirinê çawa afûkirina vî îşî.
“Prosêsa mehkemêye duem wê bi girtina HDP-va destpêbe”,-Kokêrêl gotîye. Ew berbirî wezîrê Fransîyayêyî karên der bûye: “Hûn jî zanin, wekî dengê Fransîyayê nava meydana navnetewîda giranîye. Ev yek cabdarîyê dide ser me. Bo wê yekê jî ez pêşnîyar dikim, ku hûn rastî me bên ku vê pirsê lez gotûbêjkin û wan pirsa lê binihêrin, kîjana Fransîya gerekê bide”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button