Sereke

Azêrî kevirên megbera bona çêkirina rêya ku dibe Şûşîyê didine xebatê

Serokatîya Adirbêcanê kevirên megbera bona çêkirina rêya ku dibe Şûşîyê dide xebatê. Derheqa wê yekêda wezîrê Arsaxêyî karên der Davît Babayan gotîye.
“Ew ji Hadrûtê berbi Karîn Takê û ji wir jî berbi Şûşîyê rê çê dikin. Rêya mezin çê dikin, bi fireya 4O mêtrî”,- ewî gotîye.
Bi gotina wî, wextê çêkirinê, azêrî kevirên megbera xirab dikin û wana bona çêkirina rê didine xebatê.
“Dêmek, ew vandalîzmê mîyaser dikin”,-Babayan gotîye.Niha cêrgên avtomaşînên azêrîya nava Bazara Sorra, bi rêberîya aştîparêzên rûs, derbaz dibin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button