Sereke

Ara Ayvazyan û Qubad Telebanî pirsên herêmî û navnetewî gotûbêj kirine

15-ê gulanê borcbirê wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ara Ayvazyan cîgirê serekwezîrê Kurdistana Îraqê Qubad Telebanî qebûl kirîye. Ayvazyan daye dîyarkirinê, wekî nenihêrî wê yekê, wekî ev seredan wextê halê bona Ermenîstanêyî giran tê derbazkirinê, ew ya dîrokîye sîmvolîke û girêdaîye qewînkirina heleqetîyên ermenîa- kurdara.
“Borcbirê wezîrê karên der derheqa dînamîka heleqetîyên Îraqê û Ermenîstnêda xeberdaye. Ara Ayvazyan derheqa hazirîya Ermenîstanêye bona kûrkirina hevkarîya tevî Kurdistana Îraqê daye dîyarkirinê û nava wê hemtêkstêda derheqa vekirina konsûlxwena Ermenîstanêye li Hewlêrê girîng hesab kirîye.Xeberdan usa jî derheqa hevkarîya nava têknolocîyên bilind, perwerdê û tûrîzmêda çûye, usa jî derheqa dostîya herdu cimetada hatîye dîyakirinê.Wextê hevdîtinê usa jî pirsên herêmî û navnetewî hatine gotûbêjkirinê.Borcbirê wezîrê karên der halê li ser sînorê Ermenîstanê raberî endamên dêlêgasîyayê kirîye, nava elametîyêda hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button