SerekeSîyasî

Fermandarê hêzên Sûrîya Dêmokratîk: koalîsyîona navnetewî wê hetanî altkirina DAÎŞ-ê li Rojavayê bimîne

Koalîsîyona navnetewîye bi serkarîya Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî wê hetanî wî çaxî li bakûr-rojhilatê Sûrîyayê bimîne, hetanî ku DAÎŞ bi temamî binkeve.Derheqa wê yekêda fermandarê hêzên Sûrîya Dêmokratîk Mezlûm Kobanî gotîye.

Nenihêrî wê yekê wekî sala 2O19-a DAÎŞ li Sûrîyayê binket, ew dîsa aktîvîya xweye li bakûr-rohilatê Sûrîyayê, bi taybetî li Dêyr Zorê, ya ku li ser sînorê Îraqêye,  berdewam dike. Koma DAÎŞ-ê gelek cara êrîşê dibe ser hêzên Sûrîya Dêmokratîk, bi taybetî li Hesekê. Nenihêrî koordînasîya û hevkarîya di navbera hêzên Sûrîya Dêmokratîk û eskerê Îraqê, nava salên dawîda DAÎŞ-ra li hev hatîye çekdara û sîlih hidûdra derbazke.Nava encamên opêrasîyonada gelek têrorîst hatine girtinê û kuştinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button