Sereke
Doxtirên Ermenîstanêye çeva çûne Kurdistana Îraqê
Konsûlê Ermenîstanêyî li Hewlêrê Arşak Manûkyan elam kirîye wekî komeke doxtirên ermenî hatîye qeza Dihokê. Ewê li wir emelyetên çeva bikin. Derheqa wê yekêda konsûlê Ermenîstanê wextê prêss-konfêransê gotîye, tevî kîjanê bûye usa jî serokê qeza Dihokê Elî Tatar.
“Koma doxtira wê çend roja li Dihokê bimîne û wê alî wan nexweşa bikin, yên ku hewcê emelyetên çevin”,- Manûkyan gotîye.