Sereke

ŞAY paşda vedigere herêmê: pêşezan derheqa cîgirê sêkrêtarê dewletêda dibêjin

Borcbirê cîgirê sêkrêtarê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî Fîlîp Rîkêr li Ermenîstanêye. Pêşîya hatina li Yêrêvanê, ew çûbû Gurcistanê û Adirbêcanê. Fîlîp Rîkêr Gurcistan nav kiribû çawa hevkara ŞAY-ye sereke, lê Adirbêcan çawa hevkara mezin nav kirîye. Gelo Rîkêr bi rojeva çi cûreyî hatîye Ermenîstanê? Pêşezan fikirên xwe derheqa wê yekêda elam dikin.Bi fikira Robêrt Gêvondyanê sîyasîzan, seredana Fîlîp Rîkêre li Adirbêcanê û paşê li Ermenîstanê dide kifşê, wekî  Ştatên Yekbûyî sîyasîya xwe dide guhartinê. “Rûsîya û Tirkîya karibûn bi hevra pevkevin û berjewandîyên xwe pêşda bikişînin, lê berjewandîyên  Ermenîstanê hesab hilnedan.Wana wê usa jî berjewandîyên Adirbêcanê hesab hilnedana, lê qaîlîya rûsa-tirka anegorî berjewandîyên Adirbêcanê pêşda çû. Roja  îroyîn îdî halekî başqeye.Rûyê  tabîya ŞAY-ye wî çaxîda, ew ji şuxulkarîyê der ma, lê niha ew aktîv bûye. Seredan dide kifşê, wekî wê îdî mecalê nedine welatên herêmê ku bi yekalî guhartina bikin”,- Gêvondyan gotîye.

“Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî hewaskare ku rê bêne vekirinê, lê ewê bicêribîne hemû tiştî bike,  wekî ew nava doranên şuxulkarîya Rûsîyayê, yan jî Tirkîyayêda û dijî berjewandîyên rojavayê neqewime”,- Êdgar Vardanyanê sîyasîzan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button