Sereke
Teqînên li Efrînê: 18 meriv hatine kuştinê, lê ji 35-a zêdetir birîndar bûne
Nava encamên teqînên li merkeza Efrînê 18 meriv hatine kuştinê, 35 jî birîndar bûne. Efrîn niha bin kontrola Tirkîyayê û çekdarên îslamîstdane. Bi ragîhandina kanîyên înformasîyone cîh, dengê çar teqîna hatine bihîstinê. Nava zyankêşada, jin, zarok û xebatkarên doxtirîyê hene. Tu komekê yan jî teşkîletekê cabdarîya vê yekê hilnedaye ser xwe. Hinek kanîyên înformasyîon nava vê yekêda “Hêzên azadarîya Efrînê” gunehkar kirine. Feqet “Partîyayên yektîya Dêmokratîk” dane dîyarkirinê, wekî usa nîne û ew tevî wan kirina nebûne.