Sereke

Adirbêcan ji mîyasernekirina xalên elametîya sêalî nerazîye

Adirbêcan ji mîyasernekirina xalên elametîya sêalî nerazîye.Hinek xalên elametîya sêalî tên mîyaserkirinê, lê mîyaserkirina hineka tê paşdaêxistinê. Derheqa wê yekêda wezîrê Adirbêcanêyî karên der Cêyhûn Bayramov piştî rasthatina tevî cîgirê serekwezîrê Qazaxstanê gotîye.

«Min gote hevalkarê xweyî ji Qazaxstanê wekî pêwîste ku sed hezar merivên cîşihitî bêne paşdavegerandinê. Me usa jî bona wê yekê derheqa hevkarîyêda gotûbêj kirîye»,- wezîrê Adirbêcanê gotîye. Adirbêcan dîlên ermenî paşda venagerîne, wana çawa şantaj dide xebatê û dixweze dewsa wê yekê tişta bistîne. Feqet Bayramov derheqa wê yekêda negotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button