Sereke

Perwîn Bûldan bersiva seredana Êrdogane li Dîyarbekirê daye: derewên te îdî kurd aciz kirine

Hevseroka HDP-ê Perwîn Bûldan tevî dêlêgasîyayê li Eyntabê qesidîye.Wextê axaftina xweye li Eyntabê, Bûldanê gotîye: «Îşê girtîyî ewlin, yê dijî HDP-ê û prosêsa ewlin li vir destpê bûne, wextê ku hevalên me hatine binçevkirinê.Paşê ew îş gihîştine provînsîyayên mayîn û dewekarîya bona girtina HDP-ê pêşda hat».

Bûldanê usa jî derheqa seredana Rewceb Tayîb Êrdogane li Dîyarbekirê bîr anîye.

«Serokê dewletê çûye Dîyarbekirê û careke mayîn elam kirîye, wekî hilbijartin nêzîk dibin û ew dixweze dengên kurda bistîne.Hercar, wextê ku ew nêzîkî dîwar dibin, wî çaxî ew gazê ji behra Reş didine deranînê, û diçine Dîyarbekirê ku bona dengên kurda hîvî bikin. Hûn serokbajarên kurda digrin, parlamêntvanên wan hebsêda xweyî dikin, hûn kandîdatê serokê dewletê Salhedîn Dêmîrtaş ceza dikin û îşê mehkemê dijî HDP-ê vedikin, dewê dikin ku partîyayê bigrin, ya ku deh selefê denga wextê hilbijartinên dawî stendine. Paşê hûn berê xwe didine binelîyên Dîyarbekirê, li çevên wan dinhêrin û dibêjin ku dengê xwe bidine we. Kurd îdî ji derewên te aciz bûne»,- Perwîn Bûldanê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button