Sereke

Lazime ji xeberdana agrêsîv paşda bisekinin: Şarl Mîşêl derheqa elametîyên Elîyêvda gotîye

Serokê Şêwira Avropayê Şarl Mîşêl derheqa elametîyên serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêvda xeberdaye, yê ku tenê derheqa aşîtîyêda dibêje, lê ji alîkî mayînva jî  elametîyên agrêsîv bela dike. Derheqa wê yekêda, piştî hevraxeberdanên tevî borcbirê serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan, Şarl Mîşêl gotîye. Ewî gotîye, wekî ji alîkîva ew elametîyên gefxwerinê belav dike, lê ji alîkî mayînva jî derheqa aşîtîyêda xeber dide.Serokê Şêwira Avropayê gotîye, wekî pêwîste ji xeberdana agrêsîv paşda bisekinin bona ku mecal hebe derbazî helkirina pirsa bibin. «Ezê sibê rastî serokê Adirbêcanê bêm û ezê bicêribînim bibînim ku Yektîya Avropayê roleke çawa dikare nava vê yekêda bilîze»,-Mîşêl gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button