Sereke
Baza koalîsîyona navnetewîye li alîyê Hewlêrê bi dironê hatîye êrîşkirinê
24-ê tîrmehê dirona bi bombêva êrîş birîye li ser baza leşkerîye li paytexta Kurdistanê- Hewlêrê, li kîderê baza koalîsîyona navnetewî ye. Derheqa wê yekêda berdevkê koalîsîyonê Wêyn Marotto îzbat kirîye.Ewî derheqa wê yekêda gotîye Kurdistan 24-ê û serda zêde kirîye, wekî rûyê wê êrîşêda zyan tunebûye.
Tu komek, yan jî teşkîletek cabdarîya vê yekê hilnedaye ser xwe.Feqet, kanalên malperên sosîyalî, yên ku rezedilvanên şihîyava girêdayîne, dane dîyarkirinê, wekî hetanî ku hêzên amêrîkî ji Îraqê dernekevin, ewê nava bêqezîyabûnêda nîbin.