Sereke

Gelo li Ermenîstanê vaksînîzasîyakirin dikare bê borcdarkirinê?

Li Ermenîstanê desta sînorkirinaye nû tê hazirkirinê, ya ku wê nîvê meha tebaxê li ber civakê bê raberkirinê.Derheqa wê yekêda borcbira wezîra saxlemîxweykirinê Anahît Avanêsyanê gotîye, wextê ku ewê bersiva wê pirsê daye, ku gelo li Ermenîstanê vaksînîzasîyakirin dikare bê borcdarkirinê?

«Ev nexweşî bona civakê qezîyaye û em dibînin ku wextê nexweşî ji dorana hukum derdikeve, welat dikeve nava halekî çawa, tevlîhevbûn pêşda tê. Bi nîşandayîna cabdarîya civakî, her welatîk gerekê bi aktîvî tevî wê prosêsê bibe»,-Avanêsyanê gotîye. Bi gotina wê, gelek meriv îro fem dikin, wekî ew gerekê bêne vaksînîzasîyakirinê, lê şuxulkarîyê paşda dêxin.Gilî derheqa wê yekêdane,wekî li Ermenîstanê ew kûltûra derheqa xweykirina saxlemîyê û pêşîgirtina nexweşîyada hê tune.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button