Sereke

Bi piştgirîya Rûsîyayê 81 dîl paşda vegerîyane Ermenîstanê

Ji mijdara sala 2O2O-da destpêkirî, bi tevbûna alîyê  rûsa, 97 dîl hatine paşdavegerandinê, ji kîjana 81 yên alîyê ermenîne, lê 16 jî yên alîyê azêrîyane. Derheqa wê yekêda, wextê hevpeyvîna tevî têlêvîzîyona Civakî, baylozê Rûsîyayêyî li Ermenîstpnê Sêrgêy Kopîrkîn gotîye.

«Bi hesabhildana vê yekê, em nikarin bêjin wekî ev pirs nayê hesabhildanê û pêşkeftin tune. Meyê bixwesta ku ev pirs diha zû bihata helkirinê. Destpêkêda jî tabîya me ew bûye û niha jî usaye, wekî hemû dîl gerekê bêne pevguhartinê»,- Kopîrkîn gotîye.

Ewî yazixî elam kirîy wekî pirsgirêk lez û hêsa nayê helkirinê. Kopîrkîn daye bawarkirinê, wekî pirsa dîla bona alîyê rûsa pirseke girînge.

Bayloz nava wê xebatêda derheqa rola fermandarê aşîtîparêzên rûs, gênêral Rûstam Mûradovda daye dîyarkiriê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button