Sereke

Dayîna sîlihaye ji alîyê Rûsîyayêda bona Ermenîstanê mafê Ermenîstanêyî serbixwe ye: Zaxarovayê bersiva Elîyêv daye

Dayîna sîlihaye ji alîyê Rûsîyayêda mafê Ermenîstanêyî serbixwe ye. Derheqa wê yekêda wekîla wezîreta Rûsîyayêye karên der Marîya Zaxarovayê, wextê birîfîngê, bersiva serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêv daye.

«Em gelekî dixwînin û derheqa wê yekêda guhdar dikin, lê minê bixwesta guhdarîya we teglîfî li ser wê yekê bikira, wekî pêwandîyên  meye anegor çawa tevî Ermenîstanê, usa jî tevî Adirbêcanê hene. Niha alîyê rûsa pêwîstîya xweykirina balansa qewataye li herêmê hesab hiltîne»,- Zaxarovayê gotîye.

Marîya Zaxarovayê serda zêde kirîye, wekî Rûsîya bangî Ermenîstanê û Adirbêcanê dike, ku ew xetên parevekirinêye li deşta hûmanîtarî bidine hildanê, dîlên leşkerî bi formûla «hemû dewsa hemîya» û xerîtên deştên mînkirî pevbiguhêrin.

Serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêv wextê hevpeyvîna tevî kanala têlêvîzîyonêye  «CNN Turk»-ê elam kiribû, wekî Rûsîya nava wê yekêda gunhkare ku sîliha dide Ermenîstanê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button