Sereke

Bayloza ŞAY Lîn Trêysî li qeza Tavûşê ye

Serokê qeza Tavûşê Hayk Galûmyan îro rastî bayloza Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyîye li Ermenîstanê Lîn Trêysîyê hatîye.Serokê qezayê, bi dayîna bersiva pirsên baylozê, qeza Tavûşê, xebatên dawîye li qezayê, mecalên pêşdaçûyînê û pêrspêktîvên qezayê raber kirine.

Galûmyan derheqa pêşdaçûyîna tûrîzmêye li qezayê, malhebûna gundîtîyêda raber kirîye. Wextê rasthatinê rêyên  hevkarîyê hatine gotûbêjkirinê. Lîn Trêysîya bayloz bona qebûlkirinê razalixî elam kirîye, daye kifşê, wekî şa ye bona wê yekê, kîjanê mecalê bo piştgirîya pêşkeftina li qezayê bide.

Dawîya hevdîtinê mêvana pêşkêş pevguhartine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button