Sereke

Roja îroyîn tu ermenîk li ser topraxên bin kontrola Adirbêcanê ne dijîn û ne jî dikare bijî:Paşînyan

Wextê axaftina xweye li civîna Organîzeya Netewên Yekbûyî, serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan derheqa teribandinên normên navnetewîye ji alîyê hêzên Adirbêcanêda û usa jî paqijkirinên êtnîkîye li ser têrîtorîyayên bin kontrola Adirbêcanêda xeberdaye.

“Payîza sala 2O2O-î dijî Qerebagê agrêsîya destpê bû. Rûyê wî şerê 44 rojeda çend hezar meriv bûne cangorî. Bi deha hezara binelî hatine cîşihitandinê.Wextê wê agrêsîyayê ji alîyê hêzên azêrîyad gelek normên navnetewî hatine teribandinê, nava wanda bi zanebûn sîstêmên sîvîl hatine hedefkirinê, dîlên leşkerî û usa jî yên sîvîl hatine zêrandnê û kuştinê.Rûyê wan kirinada li wan parçên Qerebagê, yên ku ketine bin kontrola Adirbêcanê, cimet rastî paqijkirinên êtnîkî hatîye. Mixabin, civaka navnetewî vê carê jî nikaribû wan tişta bide qedexekirinê. Roja îroyîn li ser topraxên bin kontrola Adirbêcanêda, tu ermenîk najî û bi praktîkî nikare bijî”,-serokwezîrê Ermenîstanê gotîye.

Serokwezîr bîr anîye, wekî bi cedandinên Rûsîyayê xwînrêtin hate sekinandinê, hêzên Rûsîyayêye aşîtîparêz li Qerebagê hatin cîhwarkirinê, yên ku roja îroyîn bûne garanta çareserkirina qewînbûnê û bêqezîyabûnê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button