Sereke

Tabîya Adirbêcanêye provokasîyon hukumê xwe li ser welatên herêmê dihêle: Ararat Mîrzoyan

Agrêsîya Qerebagêye payîza sala par û encamên wê dîsa hukumî li ser qewînbûna herêmê dikin. Derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan wextê seredana li Îranê gotîye. Bi gotina wî, nenihêrî wê yekê, wekî anegorî elametîya 9-ê mijdarê, opêrasîyonên leşkerî hatine sekinandinê,  hal dîsa qewîn nîne. Ew yek girêdaîye wê yekêra, wekî Adirbêcan cêrge borcdarîyên anegorî wê elametîyê, naqedîne.

«Tabîya Adirbêcanêye provokasîyon hukumê xwe ne tenê li ser Ermenîstanê, lê usa jî li ser welatên herêmêye mayîn dihêle.Tabîya Adirbêcanêye wî cûreyî bona qewînbûna herêmê dijwarîya pêşda tîne.Ez hêvîdarim wekî gavên sîyasîye anegor û yên çêkirinê wê qewilên pêwîst sazkin»,-Ararat Mîrzoyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button