
Wextê civîna şêwira wezîra, ya Herêma Kurdistanê, derheqa wê yekêda hatîye dîyarkirinê, wekî partîyayên kurdaye nava parlamênta Îraqêda gerekê “mafên konstîtûsîyon û pirsên cimeta Herêma Kurdistanê biparêzin”.
Wextê wê hevdîtinê, Mesrûr Barzanîyê serokwezîr cimeta Kurdistanê û merivên ku nava hilbijartinada serketine, pîroz kirîye. Ewî usa jî razalixî elamî pêşmerga, polîsîyayê û hêzên bêqezîyabûnêye mayîn kirîye, yên ku atmosifêra edil xweyî kirine.
Anegorî elametîya hukumatê, ewî daye dîyarkirinê, wekî parlamêntvanên kurdaye li Bexdayê gerekê bi hevra mafê konstîtûsîyon û mafê cimeta Kurdistanê biparêzin.