
Wekîlên qulixdarîyên bêqezîybûna Îraqê elamî ajansa Rêytêrê kirine, wekî li piş êrîşa ser serokwezîrê Îraqê komên piştgirên Îranê sekinîne.
Sê dironên bi bombava sîlihkirî berbi cîhê mayîna serokwezîrê Îraqê Mistefa Al Kazimî hatibûne şandinê. Lîdêrên dinîyayê ev êrîş gunehkar kirine, lê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî pêşnîyar kirine, ku bona lêpirsîna vê bûyarê piştgirîyê biine hêzên Îraqêye bêqezîyabûnê.
Kazimî gotîye, wekî ew zane ku kî li piş wê êrîşê sekinîye.Feqet tu komekê hetanî niha cabdarîya wê kirinê hilnedaye ser xwe.







