SerekeSîyasî

Mezlûm Ebdî: ŞAY û Rûsîya dijî opêrasîyona tirkaye nûne

Fermandarê hêzên Sûrîya Dêmokratîk Mezlûm Ebdî elam kirîye, wekî Rûsîyaye û Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî îzbat kirine, wekî ew dijî opêrasîyona tirkaye nûye li Kurdistana Sûrîyayêne.Ewî gotîye, ku heger Tirkîya qayîlîya Rûsîyayê û Ştatên Yekbûyî nestîne, ewê nikaribe opêrasîyona li rojavayê Kurdistanê destpêke.

Ştatên Yekbûyî bi fermî elamî me kirîye, wekî ew dijî êrîşa Tirkîyayêne û ewê tu opêrasîyonên tirka qebûl nekin”,-Ebdî gotîye.

Çi ku derheqa tabîya Rûsîyayêdane, ewî gotîye: “Rûsa jî gotîye me, wekî wana tevî Tirkîyayê tu qayîlnivîsar îmze nekirine. Hatîye gotinê, wekî hêzên eskerê Sûrîyayêye miletîyê, piştgirîya kîjana Tirkîya dike, dikarin êrîşê bînin ser me, lê ne ku eskerê tirka”.

“Nava halê wî cûreyîda êrîşa tirka nikare biqewime. Rûsa jî gotîye me, wekî wana tirkara gotîye ku wê îzinê nedin ku êrîşê bînin ser me”,-Mezlûm Ebdî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button