H’emû nûçeSereke

Rûsîyayê derheqa dîyarkirina sînorada pêşnîyara nû kirîye:Paşînyan

Wezîreta Rûsîyayêye parastinê derheqa hazirkirina şuxulkarîya dîyarkirina sînorada bi pêşnîyarên nûva pêşda hatîye.Derheqa wê yekêda serokwezîrê Ermenîstanê  Nîkol Paşînyan, wextê civîna hukumatê, gotîye.

“Dixwezim bidime îzbatkirinê, wekî ew pêşnîyar bona me yên qebûlkirinêne”,-ewî gotîye.Serokwezîr teslîmî wezîrê parastinê Sûrên Papîkyan kirîye, ku ew tevî hevalkarê xweyî Rûsîyayê wan pêşnîyara bi hûrgilî bide rastkirinê.

Duh, wextê dayîna bersiva pirsên parlamêntvana, Nîkol Paşînyan elam kiribû, wekî ji gulana sala 2O21-e da Rûsîyayê sê pêşnîyar pêşda kişandibûn, bona dîyarkirina sînorên  Ermenîstanê û Adirbêcanê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button