SerekeSîyasî

Li Tirkîyayê protêstokirinên dijî hukumatê diha zêde dibin

Girêdayî halê Tirkîyayêyî êkonomîkîra, ketina bahê perên tirkara, aksîyayên protêstokirinê diha zêde dibin, bi kîjana dew tê kirinê, wekî partîya Desthilatdar ji hukumatê dûrkeve. Li  gelek bajarên Tirkîyayê protêstokirin destpê bûne. Li gelek cîha ew meşên protêstokirinê ji alîyê polîsîyayêda tên êrîşkirinê û bo wê yekê jî niha li Stembolê berevbûn û meş hatine qedexekirinê.

Cimet şikyatê xwe dike û dide kifşê, wekî cimet bere-bere dikeve nava halekî gelekî xirab û kesîbtî zêde dibe. Rûyê wî halîda bêxebatî diha zêde dibe û emir çiqas diçe biha dibe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button