SerekeSîyasî

Wezîreta pêşmerga emir kirîye, ku hêzên sîlihkirî derbazî ser dereca şerkarîyê bikin

Wezîreta Herêma Kurdistanêye pêşmerga teslîmî hemû fermandara kirîye, ku hêzên sîlihkirî li ser dereca şerkarîyê xweyîkin û tabîyên xwe qewînkin, çimkî ew bona gavên nû, yên dijî DAÎŞ-ê xwe hazir dikin.

Nava elametîya wezîreta pêşmergada serxweşî dane malbetên şihîda.

Mesrûr Barzanîyê serokwezîr piştî êrîşa DAÎŞ-ê gotîye: “Me teslîmî wezîreta pêşmerga kirîye, ku hazirîya xwe diha bilindkin û hemû mecalên dijî êrîşên DAÎŞ-ye ser herêmê û pêşmerga bidine qewatkirinê”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button