SerekeSîyasî

Makgêrk: ŞAY wê piştgirîya hindava Kurdistanê û Îraqêda berdewam bike

Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî wê piştgirîya hindava Herêma Kurdistanê û Îraqê berdewam bike. Derheqa wê yekêda koordînatorê şêwira bêqezîyabûna miletîyê, yê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyîye alîyê Rojhilata Navîn û Afrîka Bakûr Brêt Makgêrk, wextê hevdîtina tevî serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, gotîye.

Makgêrk usa jî serxweşî daye malbetên wan pêşmerga, yên ku van axirîya nava şerkarîya dijî DAÎŞ-ê şihîd ketine.

Serokê Kurdistanê sirîya xweda seredana Makgêrke li Herêma Kurdistanê û Îraqê girîng hesab kirîye, daye dîyarkirinê, wekî piştgirîya Ştatên Yekbûyîye hindava Hewlêrê û Bexdayêda nîşana girînge.

Wextê hevdîtinê usa jî baylozê Ştatên Yekbûyîyî li Îraqê û konsûlê serekeyî li Hewlêrê hazir bûne. Xeberdan usa jî derheqa encamên hilbijartinên van axirîyada, hevraxeberdanên bona sazkirina hukumata nûda, çûye.

Nêçîrvan Barzanî û Brêt Makgêrk wê yekêra qayîl bûne,wekî DAÎŞ dîsa çawa qezîya dimîne û hewceye ku koalîsîyona navnetewî piştgirîyê bide, bona ku dijî wê koma têrorîstî şerkarî bê mîyaserkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button