
Ermenîstan welatê şerabêyî biçûke, lê kevinare. Kovara Forbes-ê derheqa şerabçêkirina li Ermenîstanê nivîsîye û daye dîyarkirinê, wekî li Ermenîstanê û Gurcistanê cara ewlin 8OOO sal pêşda şerab çê kirine.
“Niha şerabên welêt li dinîyayê tên qîmetkirinê. Deranîna wan hindike û em derheqa şerabên qîmetên nimiz nabêjin.Şerabçêkir hîmlî li ser şerabên dereca bilind dixebitin”,-kovarê nivîsîye û daye dîyarkirinê, wekî li Vayos Zorê imbara şerabêye here kevin dîtine, dîroka kîjanê 6OOO salîye.