H’emû nûçeSereke

Pûtîn û Makron bi hêvîdarî dane dîyarkirinê,wekî hevdîtina serokatîyên Ermenîstanê û Adirbêcanê wê kardarbe

Axaftina serokên Rûsîyayê û Fransîyayê, Vladîmîr Pûtîn û Êmanûêl Makron, ya bi têlefonê derbaz bûye, wextê kîjanê pirsa helkirina pirsgirêka Qerebagê hatîye gotûbêjkirinê.

Malpera Krêmlêye fermî daye kifşê, wekî Pûtîn encamên hevdîtina serokatîyên Rûsîyayê, Ermenîstanê û Adirbêcanêye li Soçîyê raber kirine.

“Pûtîn gotîye ku çi cûreyî mecal tên xebitandinê, bona ku rêjîma agirbestê bê xweykirinê, mihacir paşda vegerin, tevgirêdanên kirîn-frotanê û transportê bêne dasekinandinê.

Alîya bi hêvîdarî elam kirine, wekî hevdîtina 15-ê kanûnêye dualî jî wê kardarbe”,- malpera Krêmlêda hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button