H’emû nûçeSereke

Ermenîstanê derheqa “sivderêda” tu pirs gotûbêj nekirîye: Armên Grîgoryan

Ermenîstanê tevî Adirbêcanê tu cara pirsa derheqa “sivderêda” gotûbêj nekirîye. Derheqa wê yekêda, wextê hevpeyvîna “Dengê Amêrîka”-ê, sêkrêtarê şêwira Ermenîstanêye bêqezîyabûnê Armên Grîgorsyan gotîye, wextê ku ewî derheqa dewekarîyên Adirbêcanêye derheqa wa gotî “sivderêda” xeberdaye.

“Ermenîstanê tu cara pirsa derheqa “sivderêda” gotûbêj nekirîye. Ew yek rojeva feşe, ya ku li ser sivira hevraxeberdana tune, lê ji sivira hevraxeberdana der heye, ya ku hukumî li ser şuxulkarîya hevraxeberdana dike”,- Grîgoryan gotîye.

Sêkrêtarê şêwira bêqezîyabûnê daye dîyarkirinê, wekî serokatîya Ermenîstanê destpêkirina gotûbêjkirnên nava formatên koma Mînskêda, yên bona helkirina pirsgirêkê, girîng hesab dike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button