H’emû nûçeSereke
“Rêya nava çîyara”: Ermenîstana bi çîya
Bona eşkerekirina rêya Syûnîkêye nava çîyara, komîtêya Ermenîstanêye tûrîzmê rênîşeke hewaskar bona tûrîstên rûsîaxif hazir kirîye. Ew rê, ya ku tê navkirinê çawa “Rêya lêgênda”, beşeke rîya Pişqafqasîyayêye ya ku 154 kîlomêtre, bona rêwîya hatîye çêkirinê.
“Li başûrê Ermenîstanê qeza Syûnîkêye, li kîderê çîya û banî, mêşe û şikeftin. Ew beşeke tebyetêye bedewe.Bi sedsala ser hev şikeftên li wir bona binelîyên Syûnîkêye mêrxas çawa cîhên jîyînê qulix kirine.Çîya bona wan çawa kela bûne. Bona ku nasîya xwe bidine cîhên Syûnîkêye bedew, hêjaye ku li vê rêyêra derbazbin”,-gotarêda hatîye nivîsarê.