H’emû nûçeSereke

Serokwezîr tevî hevdîtina nefermî, ya serokên Welatên Hevalbendîya Serbest bûye

Nîkol Paşînyanê serokwezîr li Sank Pêtêrbûrêg tevî hevdîtina nefermî, ya serokên Weltên Hevalbndîya Serbest, bûye.

Tevî wê hevdîtinê bûne  usa jî serokê Rûsîyayê, serokê Qazaxstanê, serokê Qirqizstanê, serokê Bêlarûsê, serokê Tacîkistanê, serokê Ûzbêkîstanê, serokê Tirkmênistanê, serokê Adirbêcanê, serokê Qazaxstanêyî berê û usa jî sêkrêtarê Hevalbendîya Welatên Serbest.

Tevbûên hevdîtinê pêşda wêneyên xwe kişandine û paşê serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn ew silav kirine.

Wextê hevdîtinê pirsên derheqa pêşxistina hevkarîya li ser têrîtorîya hevalbendîyê, usa jî gavên bona şerkarîya dijî koronavîrûsê hatine gotûbêjkirinê.

Hevdîtin bi nanxwerina nefermî, ya serokên  Welatên Hevalbendîya Serbest ser hevda hatîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button