H’emû nûçeSereke

Arsax bona Adirbêcanê dibe pirseke girîng: Stêpan Danîêlyan

Yekîtîya dewletên tirkî û Yekîtîya Avrasîyayêye êkonomîkî dijî hev derdikevin. Derheqa wê yekêda Stêpan Danîêlyanê sîaysîzan rûpelê xweyî facebooke da nivîsîve.

“Yekîtîya dewletên tirkî û Yekîtîya Avrasîyayêye êkonomîkî li Qazaxstanê dijî hev derdikevin. Dewleta dinîya tirkîye hîmlî, Tirkîya, dibêje, wekî ji alîyê Rûsîyayêda hatîye okûpasîyakirinê. Bi gotina tirka, rûsa usa jî beşeke Adirbêcanê, Qerebag okûpasîya kirîye. Ev herdu organîze dijî hev derketine, lê lîstikçî jî gelekin. Bi aktîvî tevî vê yekê bûne usa jî Çînistan, Brîtanîya, Pakîstan û Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî.

Hela hê zelal nîne ku bona Amêrîkayê li Qazaxstanê rûs dest didin, yan  çîn. Bona Çînistanê jî dîsa zelal nîne ku dinîya tirkî dest dide, yan Rûsîya. Bona herdu alîya jî rûs hê dest didin.

Bi vî cûreyî Arsax jî bona Adirbêcanê dibe pirseke girîng û kemala Arsaxê diha mezin dibe.Usa jî girînge ku meriv fem bike ku wextê şorişa l Adirbêcanê  kîjan eskerên aşîtîparêz wê li wirbin û bi kîjan rêyê ewê bikevine Adirbêcanê”,- Stêpan Danîêlyan nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button