H’emû nûçeSereke

Gavên alîyên ermenî wê derengî nekevin

Adirbêcan xalên qirara mehkema Haagayêye meha kanûnê diteribîne. Derheqa wê yekêda pêşezana serkarîkirin û bêqezîyabûna civakî Sosî Tatîkyanê facebooke da nivîsîye. Pêşezanê derheqa teribandina du xalada daye dîyarkirinê: propaganda dijî ermenîya, ya li ser dereca here bilind û tevlîhevkirina mîrata Arsaxêye çandî.

Wekîlê Ermenîstanêyî li mehkema Avropayêye mafên mêriv Yêgîşê Kîrakosyan derheq wê yekêda şirove kirîye û daye dîyarkirinê, wekî alîyê Adirbêcanê ew xal teribandine.Kîrakosyan gotîye, wekî heger alîyê ermenî bi şedetîyên anegorva berbirî mehkema Haagayê bibe, elametîyên azêrîyaye provokasîyon û feş rast bidine xebatê, wî çaxî mehkeme dikare pirsê careke mayîn gotûbêj bike û gavên  başqe biavêje.

Ewî serda zêde kirîye, wekî bo wê yekê jî gavên  alîyê ermenî wê derengî nekevin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button