H’emû nûçeSereke

Parlamênta Avropayê encamên şerê Qerebagêyî 44 roje, yên dawî, nas nekirîye /vîdêyo/

Endamên parlamênta Avropayê bi meremê piştgtrîyê hatine Ermenîstanê, lê ew nikarin dewsa Yêrêvanê û Bekûyê pirsa helkin. Derheqa wê yekêda wextê civîna “Avronêstê”-ye li Yêrêvanê, endama parlamênta Avropayê, wezîra Êstonîyayêye karên dere berê Marîna Kalyûrandê gotîye.

Bi gotina wê, endamên parlamênta Avropayê bi meremê konkrêt hatine Ermenîstanê. Ewê bang kirîye, ku ji elametîyên bêhurmetkirinê û axaftinên sert dûr bmînin. Bi fikira wê, ew yek wê alî dîyalogê neke.

Ewê bîr anîye, wekî parlamênta Avropayê encamên dawî, yên şerê Qerebagêyî 44 roje, nas nekirîye û gotîye wekî nava rêzolyûsîya hevtîya derbazbûyîda qebûlkirî ew yek hatîye îzbatkirnê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button