H’emû nûçeSereke

Adirbêcanê êrîş dijî fermandarê mîsîya aşîtîparêzên rûs destpê kirîye: Abrahamyan

Maşîna Adirbêcanêye propagandayê êrîş dijî fermandarê mîsîya aşîtîparêzên rûs Andrêy Volkov destpê kirîye. Fikira wî cûreyî parlamêntvanê Ermenîstanê Tîgran Abrahamyan elam kirîye.

Em bêjin, wekî pirêssa Adirbêcanêda behs tên belavkirinê ku aşîtîparêzên rûs şuxulkarîya xwe bi temamî mîyaser nakin û alîyê azêrîya razî nîne.

“Ez nafikirim, wekî nava şuxulkarîya aşîtîparêzên rûsda guhartin hatine kirinê û ji wê yekê Adirbêcan razî nîne. Ev hemû tişt ne ku pêvajoya qulixa aşîtîparêzên rûsva girêdayîye, lê halê dora Ûkraînayêva”,- Abrahamyan gotîye.

Bi gotina wî, gavên wî cûreyî, kîjana Adirbêcan roja îroyîn diavêje, bi wî meremîne ku qedirê rola rûsaye li Arsaxê û Qafqasîya Başûr bidine êxistinê. Bi gotina Abrahamyan, ev  krîze çiqasî kûr bibe awqasî êrîşên dijî Rûsîyayê wê zêde bibin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button